Li Silêmaniyê kesekî bi Koronayê canê xwe jidest da

Kesekî din li bajarê Silêmaniyê bi sedema vîrusa Koronayê canê xwe

K24 – Navenda Nûçeyan

Kesekî din li bajarê Silêmaniyê bi sedema vîrusa Koronayê canê xwe jidest da.

Jêderekî ji Tendirustiya Silêmaniyê ji K24ê re ragihand, li nexweşxaneya Şehîd Aso peyayekî temen 70 salî ku ji bajarokê Kalarê ye, bi virusa Koronayê canê xwe jidest da.

Ev di demekê de ye, bijîşkên Silêmaniyê daxwaza ji kesên ku bi vîrusa Koronayê ketine û baş bûne dikin, plazmaya xwîna xwe bibexişin, ta ku pêketiyên ku rewşa wan ne cîgir e rizgar bikin.

Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê li Silêmaniy, rêjeya mirinê zêdetir bûye û gotina Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, ji sedî 67 ji haletên mirina bi Koronayê, li parêzgeha Silêmaniyê ne.

Heta niha li seranserî Herêma Kurdistanê 4 hezar û 164 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 119 kesan jî canê xwe jidest dan.

 

S. B