Li Riha û Dîlokê hejmarek gund hetin kerentînekirin
Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, li Rihayê gundek û 36 avahî, li Dîlokê jî 17 avahiyên 2 gundan hatin karantînkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, li Rihayê gundek û 36 avahî, li Dîlokê jî 17 avahiyên 2 gundan hatin karantînkirin.
Parêzgarê Rihayê da xuyakirin, di çarçoveya rêgiriyên belavbûna vîrusa Koronayê de, bi biryara Tendirustiya Bajêr, li navçeyên Sîwereg, Pirsûs, Wêranşar, Eyubiye û Xelîliye gundek û 36 avahî hatin karantînkirin.
Parêzgarê Dîlokê jî da xuyakirin, li du gundên navçeya Îslahiyeyê, 17 avahî hatin karantînkirin. Da zanîn, di wan gundan de pişkinîna hejmarek kesan pozîtîf derketiye û biryar li ser vê hatiye girtin.
Piştî asayîkirinê û rakirina qedexeyan, li Bakurê Kurdistanê hejmara pêketiyên korona bilind bûye û gelek kes jî di bin çavdêriyê de ne.
S. B