Li Tirkiyê 27 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di heyama 24 demjimêran de 27 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di heyama 24 demjimêran de 27 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fehretîn Koca da xuyakirin, di heyama 24 demjimêran de 27 kesên din bi koronayê canê xwe jidest dan û 1 hezar û 268 kesên din jî bi korona ketine.
Bi vî awayî, li Tirkiyê hejmara kesên bi koronayê canê xwe jidest dane gihişt 5 hezar û 1 kesî û hejmara pêketiyan jî gihişt 190 hezar û 165 kesan ji bi koronayê ketine.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara giştî ya testên me 3 milyon derbas kir. Hejmara nexweşên me yên rehetbûyî ji hejmara pêketiyên nû zêdetir e."
S. B