Li Efrînê kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn
Li Efrînê di encama şerê di navbera du çekdaran de, kesek hat kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrînê di encama şerê di navbera du çekdaran de, kesek hat kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî li bajarokê Cindirêsê yê li rojavayê Efrînê şer di navbera çekdarên Ehrar El Şamê de derket.
Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama şer de kesek hate kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn, birînên hinan giran bû û ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatin veguhastin.
Lê nehat zanîn, kesê hatiye kuştin û kesên birîndar bûne, çekdar in yan welatiyên sivîl in.
Ji aliyekî din ve, jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, duhî efserê di Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Demkî ya opozîsyona Sûriyê de Mihemed Bekar hat kuştin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de, her car şer di navbera grûpên çekdar de derdikeve û gelek caran jî welatiyên sivîl dibin qurbanî.
S. B