Mike Pompeo nîgeraniya xwe ji êrîşa Tirkiyê li ser Kobaniyê nîşan da
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo nîgeraniya xwe derbarê êrîşa Tirkiyê li ser gundê Helencê ya Kobanê radigihîne û teqîna li gundê Til Helef ê li Serê Kaniyê bi karekî teroristî binav dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo nîgeraniya xwe derbarê êrîşa Tirkiyê li ser gundê Helencê ya Kobanê radigihîne û teqîna li gundê Til Helef ê li Serê Kaniyê bi karekî teroristî binav dike.
Şeva bûrî firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê gundê Helencê yê Kobaniyê bombebaran kir û di encamê de 3 jin şehîd bûn, di wê derbarê de Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li twittera dilgiraniya ji êrîşa Tirkiyê nîşan da.
Mike Pompeo nivîsî: Hevxemiya bi malbatên sivîlên bêtawan ên derdibirînin, ku di êrîşa Tirkiyê li ser Kobaniyê de canê xwe jidest dane.
Herwiha Wezîrê Derve ya Amerîka amaje bi teqîna duhî ya li gundê Til Helef ê ser bi Serê Kaniyê ve kir û ew êrîş bi teroristî binav kir û hevxema xwe jî ji malbatên qurbaniyên wê teqînê re nîşan da.
Pompeo di derbarê herdu êrîşan de dibêje: Berdewamiya tundûtûjiyê, hêviya gihîştina bi çareseriyeke siyasî ya mayînde ji krîza Sûriyê re asteng dike.
S. B