Şanda Hikûmetê bi berpirsên balyozxaneyên Amerîka û Brîtanyayê re civiya

Li Bexdayê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê digel berpirsên balyozxaneyên Amerîka û Brîtanyayê li Iraqê civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bexdayê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê digel berpirsên balyozxaneyên Amerîka û Brîtanyayê li Iraqê civiya.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî digel berpirsên balyozxaneyên Amerîka û Brîtanya li Bexdayê civiya.

Di civînan de, pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, herweha dawî pêşhateyên Iraqê hatin gotûbêj kirin. Her du Balyozxaneyan piştevaniya xwe bo gihiştin bi rêkeftinê tekezkirin, bi armanca çareserkirina pirsgirêkan, bi taybetî rûbirûbûn a Vayrosa Korona û metirsiyên çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Biryar e îro, şanda Hikumeta Herêma Kurdistanê dawî civînên vê hefteyê digel şanda Hikumeta Federal encam bide, bi armanca gihiştin bi rêkeftinek giştgîr bo pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

 

S. B