Li Tirkiyê qedexeya ji bo 2 rojan destpê dike

Rojên Şemî û Yekşemê li hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo çend demjimêrên diyarkirî qedexeya derketina derve hat ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojên Şemî û Yekşemê li hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo çend demjimêrên diyarkirî qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, di çarçoveya rêkarên rûbirûbûna vîrusa Korona û ezmûna derbasbûna zanîngehan de, rojên Şemî û Yekşemê qedexe hat ragihandin.

Li gor biryarê, qedexe roja Şemî demjimêr 9.30'ê sibê destpê dike û heta 15'ê piştî nîvro berdewam dike. Roja Yekşemê jî qedexe 9.30'ê sibê destpê dike û heta 18.30'ê êvarê berdewam dike.

Qedexeya hatiye ragihandin, 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê lixwe digre.

 

S. B