Sê Parlamenterên HDP'ê bi vayrosa koronayê ketine
Sê Parlamenterên Partiya Demokratîka Gelan HDP'ê bi vayrosa koronayê ketine.
K24-Hewlêr
Sê Parlamenterên Partiya Demokratîka Gelan HDP'ê bi vayrosa koronayê ketine.
Partiya Demokratika Gelen HDP'ê bi daxuyaniyekê ragihand encamên pişkinîna 3 parlamenterên wan pozîtîf derketin e. Herwiha serokên koma HDP'ê li parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Oluç ragihandin, tendirustiya her 3 parlamenteran baş e, lê navên wan parlamenteran eşkere nekirin.
Her wiha pêştir jî, çend karmendên parlamentoya Tirkiyê bi Koronayê ketibûn û biryara pişkinînê ji bo Parlamenteran hatibû dayîn.