Amarên Koronayê li Îran, Rusya û Emerîkayê

Amara Vayrosa Korona di 24 demjimêrên bûrî de li her yek ji Îran, Rusya û Emarîka bi vç awayî bûne:

K24- Hewlêr

Amara Vayrosa Korona di 24 demjimêrên bûrî de li her yek ji Îran, Rusya û Emarîka bi vç awayî bûne:

Li Îranê, 125 kesên din bi Vayrosa Korona mirin.  Zêdetir ji 2 hezar û 400an jî, tûşî Vayrosê bûn.

Peyvdara Wezareta tendrustî ya Îranê Sîma Sadat Larî ragihand, di 24 demjimêrên borî de, 2 hezar û 456 kesên din tûşî Vayrosa Korona bûn e û 125 kesên dî  bi Vayrosê can dan e  .

Bi  amara nû, hejmara kesên li Îranê bi Korona mirîn  e 10 hezar  kes derbaskrin. Hejmara tûşbûyan bilindî zêdetir ji 220 hezaran bû.

Li Rûsya 188 kesên dî  bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.

Wezareta tendrustiya Rûsyê ragehand , di 24 demjimêrên borî de , 188 kes bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan e. Herweha 6 hezar û 852 kesên dî tûşî  Vayrosê  bûn e.

Heya niha li Rûsyê , 80 hezar û 969 kes  bi koronayê mirin e  ,  zêdetir ji 627 hezar kes  tûşî  vayrosê bûn e.

Li Emerîkayê jî zêdetir ji çil hezar kesên din bi vayrosê koronayê ketin.

Ajansa Royterz belavkirîye , di 24 demjimêrên bûrî de , çil hezar û heştsed û heftê kes li Emrîkayê tûşî vayrosê korona bûne ,  ev dibe zêdetrîn hejmara tûşbûyan ji destipêka belavbûna Vayrosa koronayê li Emrîkayê .

Hijmara tûşbûyên koronayê li Emrîkayê  dû milyon û pêncsed û pêncî û dû hzar kesan derbaskir , ji wan sed û bîst û heft hzaran zêdetir  canê xwe ji  dest dane.