Hejmara kesên bi Koronayê mirina nîv milyon derbas kir

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane nîv milyon derbas kir û hejmara pêketiyan jî sînorê 10 milyonan derbas kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane nîv milyon derbas kir û hejmara pêketiyan jî sînorê 10 milyonan derbas kir.

Li Amerîka, Almanya, Ewropa û Rojhilata Navîn şepêla duyem a Koronayê destpê kiriye. Her çend e di 3 hefteyên bûrî de li Amerîka û Ewropa bi giştî, hejmara pêketin û mirina bi Koronayê kêm bûbû, lê careke din amarên Koronayê bilind bûne.

Li gor dawî amaran, heta niha li seranserî cîhanê zêdetir ji 10 milyon kes bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetir ji 500 hezar kesî jî bi wê vîrusê canê xwe jidest dane.

Li gor amaran, Amerîka welatê herî zêde welatiyên wê bi vîrusa Koronayê ketine ye, ku hejmara pêketiyan gihîştiye 2.56 milyon kesan. Herwiha zêdetir ji 127 hezar û 506 kesan canê xwe jidest dane.

Di pileya duyem a zêdebûna qurbaniyan de Brazîl piştî Amerîka tê, ku 1.27 milyon kes li wî welatî bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetir ji 55 hezar û 961 kesan canê xwe jidest dane.

Herwiha Rûsya di pileya sêyemîn bi 627 hezar pêketiyan tê, lê rêjeya mirina bi Koronayê kêmtir e, ku heta niha 8 hezar 969 kesan canê xwe jidest dane.

 

S. B