1,109 kesên din li Brazîlê bi Vayrosa Korona mirin

1,109 kesên din li Brazîlê bi Vayrosa Korona mirin. Zêdetir ji 38 hezar kes tûşî Vayrosê bûn.

K24- Hewlêr

1,109 kesên din li Brazîlê bi Vayrosa Korona mirin. Zêdetir ji 38 hezar kes  tûşî Vayrosê bûn.

Wezareta tendirustiya Brazîlê ragihand, di 24 demjmêrên borî de, 38 hezar û 693  kesên din tûşî Vayrosa Korona bûn. Herweha 1,109  kes bi Vayrosê mirin .

Heya niha zêdetir ji 1 milyon û 300 hezar kes li Brazîlê tûşî Vayrosê bûn e û zêdetir ji 57 hezaran bi Vayrosê can dan e.