Yekîtiya Ewropa: Rêjîm di ber krîza Sûriyê de berpirs e

Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell radigihîne, rêjîma Sûriyê di ber krîza mirovî, aborî û tendirustiyê ya li Sûriyê de berpirs e, ne sizayên aborî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell radigihîne, rêjîma Sûriyê di ber krîza mirovî, aborî û tendirustiyê ya li Sûriyê de berpirs e, ne sizayên aborî.

Îro li Brûkselê kongreya welatên bexşande birêve diçe, ji bo komkirina hevkariya darayî ji qurbaniyên şerê Sûriyê re. Di wê derbarê de Josep Borrell hêvî xwast welatên beşdariyê di wê kongreyê de dikin, wek sala bûrî bikarin 6 milyar Dolar pêşkêşî Sûriyê bikin.

Diyar kir jî, ji sala 2011an û heta niha welatên Ewropî zora 20 milyar Dolar wek hevkariyên darayî pêşkêşî gelê Sûriyê û welatên cîranê Sûriyê kirine.

Tekez kir jî, sizayên Ewropayê kesayetî û aliyên pêştevaniya rêjîma Sûriyê dikin armanc dike. Herwiha Ew rêgiriyê li gihîştina hevkariyên mirovî nakin.

Amaje bi wê da, îsal ne rêjîm û ne opozîsyona Sûriyê li kongreya Brûkselê beşdar nabin, tenê heger proseya siyasî ya Sûriyê bi awayekî cidî hat destpêkirin û amadekariyên hilbijartinan li gor biryara navdewletî 2254 hatin kirin, wê demê ew dikarin pêdaçûnê di biryara beşdariya wan de bikin.

Josep Borrell diyar kir, 273 kesayetî û 70 qeware di lîsteya sizayên Yekîtiya Ewropa li ser rêjîma Sûriyê de ne, armanc ji sizayan ew e, ta ku rêjîma Sûriyê tundûtûjiyê rawestîne û dest bi danûstandinên pêwîst ên li gor biryara navdewletî 2254 di bin serperiştiya Netewên Yekgirtî de bike,  

Li ser pirsa ku Kongreya welatên bexşande, piştî sepandina sizayên “Yasaya Sîzer” yên Amerîkî li ser rêjîma Sûriyê tê. Josep Borrell got, yek ji armanca kongreya Brûkselê ew e, xistina fişarî li ser Şamê ye ku biryara navdewletî 2254 bicih bîne, tabî sizayên Sîzer jî di çarçova xistina fişarê de ye.

 

S. B