Makron: Tirkiye tundrewên Îsalmî ji Sûriyê vediguhêze Lîbyayê
Serokê Firansayê, Îmanoyêl Makron, hêrişeka nû bi zimanekê tund kire ser Enqereyê, bi sedema sîyasetên Tirkiyê beranber Lîbyayê.
K24- Hewlêr
Serokê Firansayê, Îmanoyêl Makron, hêrişeka nû bi zimanekê tund kire ser Enqereyê, bi sedema sîyasetên Tirkiyê beranber Lîbyayê.
Got jî: Sîyaseta Tirkiyê li lîbya bo sîyasetek redkirîye, Tirkiyê yekem welat û alîyê derveyî ye destwerdanê di karûbarên Lîbyayê de dike. ew welat ti pabendî wan pabendîyan nebûye, ew di kongireya Berlînê de a taybet bi lîbyayê hatibûn pêşkeşkirin.
Serokê Firansa got jî. Tirkiye berdewame li ser şandina çekdarên tundrewên Îslamî ji Sûriya ve bo Lîbyayê, ev di demekê de ye, Tikeye endama Peyamana Bakûrê Etelsî ye, divê berpirsyarîyê bixe di stûyê xwe de.
Li ser helwêsta Parîsê derbarê Lîbya, Makron got: Dixwazim ew şaşî bihêt rastkirin, ku dibêjin Firansa piştîvanîya Xelîfe Hefter dike, em piştîvanîya bidestxistina çareserîyekê aştîyane ya berdewam li Lîbya dikin.
Tirkiye û Qeter piştîvanîya hikumeta Wîfaq a Nîştîmanîya Terablus a paytexta lîbyayê dikin, ku hikumeteka îtiraf pêkirîye. Hevdem Misir, Seûdîye, Îmarat û hejmareka welatên rojava jî piştîvanîya Xelîfe hefter dikin, ku dixwaze dest bi ser Terablus a paytext re dabigire û dawîyê bi desthelata hikumeta Wîfaq bihîne.