James jeffrey: Ti sûde di danûstandinên Astanayê de nîne
Şandeyê Amerîkî yê Taybet bo Karbarên Sûriyê James jeffrey radigihîne, Amerîka nabîne ku danûstandinên Astana ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dê bi sûde be.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandeyê Amerîkî yê Taybet bo Karbarên Sûriyê James jeffrey radigihîne, Amerîka nabîne ku danûstandinên Astana ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dê bi sûde be.
James jeffrey ragihand, ji bo çareserkirina krîza Sûriyê hevrêziyê bi Tirkiyê re dikin, herwiha gelek caran guftûgoyan bi Rûsyayê re jî dikin, lê ti pêwendiya wan bi grûpa Astanayê re nîne û ti karî bi Îranê re nakin.
Ev daxuyaniyên Şandeyê Amerîkî yê Taybet bo Karbarên Sûriyê di demekê ye, îro her serokê Rûsya, Tirkiye û Îranê dê bi riya vîdyokonferansekê çareserkirina krîza Sûriyê guftûgo bikin.
Danûstandina Astanayê bi serperiştiya her sê welatên gerentîkar Rûsya, Tirkiye û Îranê de di 23ê Çileya 2017an de li paytexta Kazixistanê bi beşdariya nûnerên rêjîm û opozîsyona Sûriyê destpê kiribû û heta niha 13 caran gerên wê Astanayê hatine kirin.
Lê rayedarên Amerîka dibêjin, danûstandinên Astanayê cihê danûstandinên Cenêvê yên bi serperiştiya Netewên Yekgirtî di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de tên kirin nagire.
S. B