Emerîka.. Nêzîkî 45 hezar tûşbûyên Koronayê di rojekê de hatin tomarkirin
Amarên Koronayê li Emerîka di rojekê de, zêdetir ji 44.7 hezar tûşbûn bi Vayrosa Koronaya nû tomarkirin.
K24- Hewlêr
Amarên Koronayê li Emerîka di rojekê de, zêdetir ji 44.7 hezar tûşbûn bi Vayrosa Koronaya nû tomarkirin.
Zanîngeha Hobkinz a Emerkî tekez kir, ku duhî Sêşembêyê 44,766 haletên tûşbûnê bi Koronaya nû (COVID_19) hatîye tomarkirin ku mezintirîn hejmare ji destpêka belavbûna Koronayê hatibe tomarkirin.
Herweha wê Zanîngehê amaje kirîye, ku 1,277 haletên mirinê jî bi sedema Koronayê hatine tomarkirin.
Li gor ajansa Roterz jî duhî Sêşembîyê, li Emerîka zêdetir ji 47 hezar tûşbûn bi Koronayê hatîne tomarkirin.
Bi awyekê giştî û li gor nirxnadina Zanêgeha Hobkinz heya niha 2,636,538 haletên tekez kirî hatine tomarrkirin. Di nav evê hejmarê de 127,425 haletên mirinê hebûne û 720,631 haletên başbûnê jî hatine tomarkirin. Ev jî mezintirîn encam e di asta cîhanê de.