Yekêtî ya Ewrûpayê pêngavan berev sizadana Tirkiyê dihavêje
Wezîrê derve yê Firansayê aşkera kir, ku evê mehê wezîrên derve yên welatên endam di Yekêtîya Ewrûpayê derbarê pêngavên vê dawîyê yên Tirkiyê dicivin.
K24- Hewlêr
Wezîrê derve yê Firansayê aşkera kir, ku evê mehê wezîrên derve yên welatên endam di Yekêtîya Ewrûpayê derbarê pêngavên vê dawîyê yên Tirkiyê dicivin.
Li gor ajansa Royterz, evro Can Êv Lodiryan, wezîrê derve yê Firansayê li pêş perlemana welatê xwe got: Di civîna 13 ya evê mehê de, wezîrên derve yên Yekêtîya Ewrûpayê gêngeşeya sepandina sizayên nû bi ser Tirkiyê re dikin.
Lodiryan amaje bi wê yekê jî kirîye, berê bi sedema geryan û pişkinînên Tirkiyê li dûv petrol û Gazê li devera abûrîya Qubrisê, Yekêtîya Ewrûpayê siza li ser wî welatî sepandiye û pêşbînî dihête kirin, evê carê jî sizayên nû bi ser Tirkiyê re bisepin in.