Boltin: Tiramp dixwaze li gel Îranê danûstandinan bike
Con boltin rawêjkarê berê yê Asayîşa Emerîkayê ragehand, Tiramp di gera dûyema serokatîya Emerîkayê de pilana danûstandinan heye li gel Îranê. Got jî: Nabe Îsrayîl bawerîyê bi Tiramp bike bo lêdana Îranê.
K24- Hewlêr

Con Boltin, rawêjkarê Berê yê Asayîşa Nîştîmanîya Emerîkayê got: Donald Tiramp di gera dûyem a serokatî ya Emerîkayê de, pilana danûstandinê li gel Îranê heye û egera rêkkevtina herdû alîyan jî heye, lê Îranê Tiramp di xapîne.
Boltin di vîdyo konfiransekê de, ku malpera Taymiz Îsrayîl belav kirîye, ragehandîye, Tiramp di xula dûyema serokatîya xwe de, guhertinê di sîyasetên xwe de beranber Îranê dike û dixwaze xwe ji Îranê nêzîk bike. Hewil dide rêkkevtineka nû li gel Îranê û danûstandinan li gel berpirpisên bilindên wî welatî bike.
Dibêje jî, egera rêkkevtina di navbera Emerîka û Îranê de heye, lê Îran wek Korya Bakûr Tiramp dixapîne.
Derbarê Îsrayîlê jî ragehandîye, nabe Îsrayîl bo lêdana Îranê bawerîyê bi gef û biryarên Tiramb bike.