Emerîka dixawze destdagire ser gemîyên petrolên Îranê

Di çaroveya sîyaseta dorpêçên abûrî bo ser Îranê, daxwazkarê giştîyê fedraîya Emerîkayê, li dadgeha Waşintunê sikalayek tomar kir, daku bikari ji alîyê yasayî ve, destdagirin ser çar gemîyên veguhaztina petrola Îranê bo Venzwîlayê.

K24- Waşintin

Emerîka hemû şîyanên xwe yên diplomasî bikarhîna ye daku serokê venzewîlayê, Nîkolas Madoro ji kar dû bixe, ku ji sala 2013yê û piştî mirina Hogo Çavêz bi nexweşîya şêrpenceyê ve li ser desthelata fermanerwîyê ye.

Gehiştina çar gemîyên petrol helgirên Îranê di meha pênc de, wek serkevtinekê bo Madoro dihête hejmarkirin, çunku sûtemenî û wize li Venzîwîlayê gelek kêm bûye bi sedema dorpêçên Emerîkayê li ser wî welatî. Ev jî amaje ye ku dorpêç û givaşên Emerîkayê bandora wê nîne li ser peywendîyên kûr û dostane yên Tehran û Karakasê.

Venzwîla dikeve Emerîka ya başûr û hejmara rûniştvanên wê nêzîkî 30 milypn kesan e, ji evê hejmareyê jî, bêtir ji sê milyon kesan aware ne.

95% ji dahata wî welatî bi rêya firotina petrolê ye, lê bi sedema arîşeyên sîyasî yên navxweyî û sizayên Emerîkayê, ew welat rûbirûyê astengên abûrî bûye û rewşa abûrîya wî welatî heriftîye.