Petrola OPEK ji 40 Dolaran derbaz kir
Li gor datayên rêkxistîya OPEK, piştî çar mehan nirxa bermîleka petrola Rêkxistîyê gehişte zêdetir ji 40 Dolaran.
K24- Hewlêr
Li gor datayên rêkxistîya OPEK, piştî çar mehan nirxa bermîleka petrola Rêkxistîyê gehişte zêdetir ji 40 Dolaran.
Nirxa sevîka OPEKê bi 42.66 dolaran bilind bû, anku bi rêjeya %12 bi hevberkirin li gel roja berî wê ev bilindbûn tomar kirîye. Ev jî bilindtirîn asata tomarkirina nirxê bûye ji piştî meha Adar a buîr ve.
Bilind bûn nirxê sevîkên OPEKê di vê demê de, bo bilindbûna berçava nirxê petrola xav a Birêntê vedigere, ku bûye sedema wê yekê behayê niraxa petrola pişkek ji welatên OPEKê wek Seûdîye,Kiwêt, Îmarat û Ûmanê bilind bibe.