Li Sûriyê 16 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê pêketina 16 haletên nû bi vîrusa Koronayê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê pêketina 16 haletên nû bi vîrusa Koronayê ragihand.

Wezareta Tendirustiyê ragihand, îro 16 kesên din bi Koronayê ketin û pêketiyekî jî canê xwe jidest da.

Duhî jî Wezareta Tendirustiyê pêketina 19 kesan bi vîrusa Koronayê tomar kiribû.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 328 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 10 kesan.

 

S. B