Pispor: Hikûmet dixwaze Ayasofyayê bo armancên siyasî bikar bîne

Li Tirkiyê nîqaşên girêdayî statuya Ayasofyayê didomin.

K24 – Enqere

Li Tirkiyê nîqaşên girêdayî statuya Ayasofyayê didomin. Herî dawî Yonanîstanê gazincên xwe yên girêdayî ev mijarê biribûn UNESCOyê. Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî nerazîbûna xwe ya li ser ev mijarê anî ziman. Biryara krîtîk ji aliyê Şûreya Dewleta Tirkiyê ve hat dayîn ka Ayasofya dê wek mûze bimîne yan bibe mizgeft.

Statuya Ayasofyayê car caran di rojeva siyasî ya Tirkiyê de cih digire. Lê belê nîqaşên dawîn di 29ê meha Gulanê de destpêkirin. 29ê Gulanê ango di 561emîn de salvegera bidestxitina Ayasofyayê de li Ayasofyayê Sûreya Fetîhê hatibû xwendin. Doh jî Şûreya Dewletê li ser babeta vergerandina Ayasofyayê ji statuya mûzeye bo statuya mizgeftê biryara dawîn da, lê belê biryar hêj bi raya giştî re nehatiye parvekirin.

Pisporê lêkolînên olî Bîlal Sambûr dibêje bingeha ev daxwaza hikûmeta Tirkiyê ne Islamî ye, pêngaveke siyasî ye. Tirkiye dixwaze bi hinceta Ayasofyayê dilê netewperwerên di nav xwe de xweş bike û peyameke wiha bide.

Bîlal Sambur ji K24ê re got: Me Ayasofya jî vekiriye. Weke dema  Fatih Sultan Mehmet Stenbol standî, wek Osmaniyê em bûne super power. Em qaweteke nû û aktoreke mezin in di dinyayê de, Tirkiye dixwaze ev peyamê bide dinyayê.

Nîqaşên Ayasofyayê ji aliyê dewletên Ewropayê ve bi avayekî tund hatin rexnekirin. her wiha Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî bi daxuyaniyekê xuya kir ku Ayasofya mîradeke qedîm yeke mirovahiyê ye û hewceye were parastin. Pispor di vê çarçoveyê de têkiliyên Tirkiye û Dewletên Rojavayî wiha dinirxînin.

Pisporê Têkiliyên Tirkiye û Ewropayê Denîz Altinsoy dibêje: Ayasofya din av xaka Tirkiyê de ye û biryara guherandina statuya Ayasofyayê di deste Tirkiyê de ye. Pêngava Tirkiyê hiquqa navneteweyî binpê nekiriye. Ev  yeke jî bandorê nadanê li ser têkiliyên navdewletî. Kesê maf nîne xwe têkilî ev biryara Tirkiyê bike.

Bi bidestxistina Stenbolê ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve Ayasofya di sala 1453an de ji Împaratoriya Bîzansê hatibû standin. Ayasofyaya ku di sala 360an de hatiye avakirin di dîroka xwe de 1093 salan wek dêr, 475 salan wek mizgeft û 86 salan jî wek Mûze hate bikaranîn. Statuya dawîn ya Ayasofyayê dê di nav 15 rojan de ji aliyê Şûreya Dewleta Tirkiyê we were kifşkirin.