Pispor: Maskeyên reş mirovan ji vîrusê naparêzin

Bijişk: Maskeyên reş dibin sedema nexweşiyan.

K24 – Diyarbekir 

Di xweparastina vîrusa Koronayê de yek ji bergiriyên herî bibandor  maske ye. Lê bijişk hişyariyê didin ku her cure maske mirovan ji vîrusê naparêze. Pispor bi teybetî balê dikêşin ku divê maskeyên reş neyên bikaranîn. Ji ber ku maskeyên reş mirov ji vîrusê naparêze û rê li ber nexweşiyên wek dermatîtê vedike.

Di serdema vîrusa Koronayê de di warê bergiriyan de maske bûn parçeyek ji jiyana mirovan kul i gelek bajaran qedexeya derketina bêmaske hat ragihandin. Lê pispor û bijişk hişyariyê didin ku divê maskeyan reş neyên bikaranîn. Bijişk jî, hilberînerên maskeyan jî didin zanîn ku di lîteratura tendirustiyê navek wek maskeya reş tine ye. Bijişk amaje dikin ku bikaranîna maskeya reş di heman demê de dibe sedema nexweşiyan jî. Dermatolog Bijişk Hamza Aktaş dide zanîn ku maskeya reş dikare bibe sedema peydabûna nexweşiya dermatîtê jî.

Bijişk Hamza Aktaş ji K24ê re got: “Maskeyên reş bi lêkolînan hatiye dîtin ku mirovan ji vîrusê naparêzin. Li gel vê yekê rengê reş tîrêjên tavê dikêşe nava xwe û kom dike bi vê yekê rû xweh dide. Dema xweh bide jî rê vedike ku qaşil ji çermê rû rabe. Di encamê de jî nexweşiya bi navê dermatit ango bîrov derdikeve holê. Em dibêjin bila maskeyên reş neyên bikaranîn.”

Hilberîner û firoşkarên maskeyan jî amaje dikin maskeyên ku ji pişkinîna fermî ya li gorî pîvanên tendirustiyê derbas dibin maskeyên wek n95 û maskeyên cerrahî ne. Pisporê Ewlekariya Kar û firoşkarê maskeyan Mehmet Narîn tîne zimên ku maskeyên reş li gelek welatên Ewropayê hatiye qedexekirin û di parastina ji vîrusa Koronayê de bandora maskeya reş %0 e û divê welatî êdî maskeyên reş bi kar neynin.

Pisporê Ewlekariya Kar Mehmet Narîn dibêje: “Me wek pispor hişyarî daye ku standardek maskeyên reş tine ye. Ji xwe em nizanin li kuderê kîjan kargehan de ev tên hilberîn. Ji aliyê fermî ve jî ji ti pişkinînekê derbas nebûne. Qumaşê reş ne li gorî standardan e.”

 Pispor dibêjin li gel maskeyên reş di heman demê de maskeyên sixte jî dikevin bazarê û divê welatî haydar bin û balê dikêşin ku maskeyên orjînal ji 3 tebeqeyan pêk tên û parastina ji vîrusê de %95 bibandor in, lê maskeyên sixte tenê ji 1 tebeqeyê pêk tên û di parastina ji vîrusê de ne bibandor in.