35 çekdarên grûbên ser bi Îranê ve, li Sûriyê hatine kuştin

Karwanek çekdarên ser bi Îranê ve, di nav axa Sûriyê de bûn e armanca çend balefirên nenas û di encam de 35 çekdar hatine kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

35 çekdarên grûbên ser bi Îranê ve, li nêzîk sînorê Iraqê li Sûriyê hatine kuştin.

Karwanek çekdarên ser bi Îranê ve, di nav axa Sûriyê de bûn e armanca çend balefirên nenas û di encam de 35 çekdar hatine kuştin.

Ajansa Anadolu ya tTrkiyê belavkiriye, li navçeya Elbukemal a parêzgeha Dêrazorê li nêzîk sînorê Iraqê, çend balefirên şer, karwanek grûbên ser bi Îranê ve kir  armanc. 35 çekdar hatine kuştin, ku  fermandarên Îranî jî, di nav wan de bûn e.

Balkişandiye ser wê yekê jî, di bordûmanê de çendîn otombêl û kelupelên serbazî jî, hatine jinav birin.

 

 

C.B