Li cîhanê qurbaniyê Korona 570 hezar kes derbas kir
Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 13 milyon kes derbas kir û hejmara kesên bi wê vîrusê canê xwe jidest dane jî 570 milyon kes derbas kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 13 milyon kes derbas kir û hejmara kesên bi wê vîrusê canê xwe jidest dane jî 570 milyon kes derbas kir.
Li gor amarên ajansa “Reuters”, li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 13 milyon kes derbas kir, ji nava wan zêdetir ji 571 û 701 hezar kesan canê xwe jidest dane.
Li gor amaran, Amerîka welatê herî zêde welatiyên wê bi vîrusa Koronayê ketine ye, ku hejmara pêketiyan gihîştiye 3. 3 milyon kesan. Herwiha zêdetir ji 135 hezar kesan canê xwe jidest dane.
Di pileya duyem a zêdebûna qurbaniyan de Brazîl piştî Amerîka tê, ku zêdetir ji 1. 8 milyon kes li wî welatî bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetir ji 72 hezar kesan jî canê xwe jidest dane.
Herwiha Birîtanya jî di pileya sêyem de tê, ku li welatî zêdetir ji 45 hezar kesî bi Koronayê canê xwe jidest dane û zêdetir ji 290 hezarî jî bi wê vîrusê ketine.
Maksîk hikişî pileya çarem, ku hejmara kesên bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan bi ser 35 hezar kesî ketiye û zêdetir ji 300 hezar kes jî bi wê vîrusê ketine.
Rûsya bi hejmara pêketiyan di pileya çarem de tê, lê hejmara mirina bi Koronayê kêmtir e û ku heta niha hejmara mirina bi Koronayê li welatî bi ser 11 hezar û 300 kesî neketiye.
S. B