Çîn bersiva sizayên Emerîkayê dide

Komara Çîn ya Millî bersiva sizayên Emerîkayê da. Di evê çarçovyê de siza bi ser hejmareka kesatî û qewrayên Emerîkayê re sepand.

K24- Hewlêr

Komara Çîn ya Millî bersiva sizayên Emerîkayê da. Di evê çarçovyê de siza bi ser hejmareka kesatî û qewrayên Emerîkayê re sepand.

Gotebêjê wezareta derve ya Çînê, Hwa Çun ying di daxyanîyekê de bo rojnamevanan ragehand, di bersiva wan sizayên Emerîkayê bi ser berpirs û qewareyên Çînê re sepandine, me jî sizyên hevşêwe bi ser hejmareka kesatî qewareyên Emerîkayê re sepandin e.

Bi sedema pêkhateyên Îgorên Musilman li Çînê, Emerîkayê siza bi ser çar berpirsên Çînî re sepand, bi tuhmeta binpîkirina mafên mirov.

Ew berpirsên Çînî, pileyên bilind hene di dezgehên ewlekarîyên Herêma Sincan a Çînî, ku ew herêm xwedî mafê Otonomî ye.