Tenduristîya Cîhanî: Metirsîyên Koronayê her zêdetir dibin

Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî ragehand, heke welatên cîhanê pabendên rêkarên xwe parêzîyê nebin heya dihêt metrisîyên Vayrosa Koronayê zêdtir dibin.

K24- Hewlêr

Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî ragehand, heke welatên cîhanê pabendên rêkarên xwe parêzîyê nebin heya dihêt metrisîyên Vayrosa Koronayê zêdtir dibin.

 Di kongireyeka rojnamevanî de, Têdros Edhanum, rêvebrê giştî yê Tenduristîya Cîhanî got: dixwazim bi aşkera bêjim, gelek welat bi arasteyeka şaş diçin, heya niha Vayrosa Koronayê dijminê yeke û herî li pêş a cîhanêyê ye.

Tekez jî kir, Heke welatên cîhanê pabendên rêkarên bingehîyên xweparêzîyê nebin, ewa çaverê me dike ji xirb ber bi xirabtir diçe û nabe bi vî awayî berdewam be.

Li gor dawî amara Koronayê heyan niha haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê ji 13 milyon kesan derbaz kirîye û zêdetir ji nîv milyon kesan jî bi sedema wê nexweşîyê canên xwe ji dest dane.