Şarezayekê serbazî: Hêzên Misrî dest bi amadyê dikin bo encamdana opearasyona serbazî li Lîbya
Ceneralê Misrî Mehfuz Merzûq, şarezayê serbazî got: Asta manorê serbazîyên niha hêzên Misrê encaam didin û pêşxistina oprasyonên daketinê, amaje bi wê yekê dike dike, ku Qahîre bi rijtî xwe amade dike bo encamdana operasyoneka serbazî li Lîbya.
K24- Hewlêr
Ceneralê Misrî Mehfuz Merzûq, şarezayê serbazî got: Asta manorê serbazîyên niha hêzên Misrê encaam didin û pêşxistina oprasyonên daketinê, amaje bi wê yekê dike dike, ku Qahîre bi rijtî xwe amade dike bo encamdana operasyoneka serbazî li Lîbya.
Perlemanê li Rojehelata Lîbyayê (Civata Nwêneran) rê daye hêzên Misrî destwerdanê bike di milmilanê ya Lîbyayê de. Di beyannameykê de jî got: Mafê hêzên Misrê ye destwerdanê bike bo paraztina asayîşa Merweyî ya Lîbya û Misrê heke gefeke nêzîk li ser asayîşa wan herdû welat dît.
Li gor beynnameya Perlamana Lîbya, wî şarezay sê xalên giring destnîşan kirin ku reftarên misrê destnîşan dike.
Yekem: Serokê Misrê, Ebulfetah Elsîsî li dawî ya meha Xizîranê ragehand, Welatê wî amade ye harîkarîya hozên Lîbya bike li dijî destwerdana dereve bi rê ya rahînana wan çek dabînkirinê bo wan. Herweha got: serokê Misrê ragehandibû, ku destweradana rasterast a Misrê li Lîbya (niha rewa ye li gor yasa ya nêvdewletî).
Li gor Sîsî jî, xîça sor bo pêşkevtina hêzên hikumeta Wifaq bajarê Sirt e ku 900 kîlometran ji sinûrê Misrê û bajarê Elcifre dûre.
Dûyem: Renge eger ev biryar hate wergtin, dibe pasaweka sîyasî bo maykirin û destwerdana hêzên Misrê li Lîbya.
Şarerayê tekez jî kir, surişta rahînanên hêzên çekdarên Misrî û asata wê.. û hemû corên çekdan amaje ye ku Misir dest bi xwe amadekirineka stratîcî kirîye bo operasyoneka serbazî ya sereke.
Aşkera jî kir ku xaleka dî ya giring heye, (anku sêyem xal), ew manûrên serbazî yên hêza deryayî ya Misrê, pêşxistina operasyonên daketin asamanî û deryayî li xwe diger. Dibe bikarhînana van daketinan wek pişke ji bervanîyê be, lê hevdem dikare wek pişkek ji oprasyonên hêrişkirinê jî biakr bihêt bo livandina hêzan bo mesafeyên dirêj û daketina wa hêzan li ser beravan li derverên jêr desthelata dijminî.
Got jî renge operasyonên daketin li kûrahîya axa dijmin be.
Heftîya burî Misrê manoreka serbazî ya berfireh encam da li ser sinûrê xwe li gel Lîbyayê û hemû beşên hêzên çekdarên Misrê têde pişikdaar bûn.
Herweha Merzoqî got: Bo têgehiştina karvedana Misrê, pêwste ev sê rastî li ber çavan be, ku amajeyên aşkerane li ser xwe amadekirina Misrê bo destwerdanê li Lîbya.
Tevî vê yekê jî got: Rewşa rast û durist renge di navbera demek û dmek dî de jî bihête guhertin, renge jî biryara destwerdanê li Lîbya nehête dan.
Çavik: Nufustî