Tiramp careka dî bi zimanê Farisî hoşdarîyê dide Îranê
Serokê Emerîka, Donald Tiramp hoşdarî da Îranê ji encmdanda siza ya lisêdaredanê li ser sê kesan ku par beşdarî di xwenîşadanên dijî hikumetê de kirin.
K24- Hewlêr
Serokê Emerîka, Donald Tiramp hoşdarî da Îranê ji encmdanda siza ya lisêdaredanê li ser sê kesan ku par beşdarî di xwenîşadanên dijî hikumetê de kirin.
Tiramp bi zimanê Farisî tiwîtek belav kir û têde got: Sê kes li Îranê sizayê lisêdardanê bi ser wan re hatîye sepandin bi sedema pişikdarîya wan di xwenîşandanan de, cîbicîkirina sizayê di her dem de dihêt çaverê kirin, lisêdaredana wan sê kesan nameyeka cihê daxê digehîne cîhanê û nabe bihêt encamdan.
Mêdaya yên Emerîkayê amaje dane ku ew sê kes evin: Seîd Temcîdî, Mehemed Recebî û Emîr Susên Muradî. Her sê di nav wan hezaran kesan de bûn, ewên hatine girtin bi sedema pişikdarîyê di xwenîşadanên berrfirehên dijî hikumeta Îranê hatin encamdan li meha Kanûna Dûyem a bûrî.