Di dema 100 demjimêran de, yek milyon haletên Koronayê hatine tomarkirin

Ajansa Royterz belav kirîye, bo cara yekem û li gor amarên duhî Heynîyê, di dema 100 demjimêran de, li cîhanê yek milyon haletên Koronayê hatine tomarkirin.

K24- Hewlêr

Ajansa Royterz belav kirîye, bo cara yekem û li gor amarên duhî Heynîyê, di dema 100 demjimêran de, li cîhanê yek milyon haletên Koronayê hatine tomarkirin.

Di meha yek a ev sal de, yekem haleta tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Çînê hete tomarkirin, sê meh derbaz nekir heya gehiştîye yek milyon haletan. Niha di dema çar rojan de, yek milyon halet hetin tomarkirin.

Emerîka qurbanîya yekem ji dest Vayrosa Koronayê bi sê milyon û 770 hezar û 12 haletan û zêdetir ji 142 hezar kes jî li wî welatî bi Koronayê canên xwe ji dest dane, li dûv Emerîkayê li rêzbendîyê Birazîl, Hindistan û Rûsya dihên. Îraq jî di pile ya 23yê de ye, bi 88 hezar û 171 haletên tûşbûnê bi Koronayê.

Li teva ya cîhanê 14 milyona û 194 hezar halet hatine tomarkirin. Ji evê hejmareyê jî 600 hezar kesan canên xwe ji dest dane.