Hikûmet bersiva tometên rêgirîkirina vegera malbatên Ereb bo navçeyên wan dide

Rêkxerê Rasperdeyên Navdewletî di bersiva Rêxistina Human Rights Watch de radigihîne: Hebûna şaneyên razayî yên DAIŞê rêgiriyê li ber vegera xelkê beşek ji gundên Rebîe ser cih malên wan dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêkxerê Rasperdeyên Navdewletî di bersiva Rêxistina Human Rights Watch de radigihîne: Hebûna şaneyên razayî yên DAIŞê rêgiriyê li ber vegera xelkê beşek ji gundên Rebîe ser cih malên wan dike.

Roja 19. 7. 2020an Rêxistina Human Rights Watch raportek bi navnîşana (Herêma Kurdistanê Iraqê: rê nade Ereban vegerin) belav kir, di vê raportê de behsa wê yekê tê kirin, çend gundên bajarokê Rebîe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rê neda nêzîkî (1200) welatiyên Ereb vegerin ser mal û milkên xwe, di heman demê de jî gundên Kurdnişîn yên wê navçeyê bi azadî vedigerin.

Rêkxerê Rasperdeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî di derbarê vê rapertê de ragihand, piştî êrîşên teroristên DAIŞê li ser çend navçeyên parêzgeha Mûsilê û dagîrkirina wan, hejmareke mezin ji xelkê wan navçeyan koçber bûn û beşek mezin ji wan berê xwe dan Herêma Kurdistanê û Herêma Kurdistanê bê cudahî pêşwazî li wan kirin û xizmet pêşkêşî wan kirin. Herwiha ji ber ku ew navçe dikevin ser xeta temasê û şer û operasyonên serbazê, hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêmê ji bo parastina wan, nikare van vegerînin ser cihên wan.

Dîndar Zêbarî diyar kir, ji ber proseya azadkirina wan navçeyan ji aliyê hêzên Pêşmerge ve, ew navçe bû meydana şer û ji ber encamdana êrîşên xwekujiyê yên teroristên DAIŞê, ew navçe rûbirûyî wêraniyeke mezin bûye. Herwiha hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hin rênima girtine ji bo terorist xwe venedizin û kiriyarên terorî nekin. Gelek caran jî ji ber ku ew gund dikevin ser xetên temasê, rê ji bo xelkê nayê dayîn vegerin ser cihên xwe, ew rênima jî ji bo parastina wî xelkî ye.

Rêkxerê Rasperdeyên Navdewletî derbarê wan gundên ku di raportê de hatine da zanîn: Di dema êrîşêm teroristên DAIŞê de, beşek ji xelkê wan gundan hevkarî bi DAIŞê re kirin û rola wan di tawanên DAIŞê de hebû, ji ber wê û piştî azadkirina wan navçeyan, Wan berê xwe dan bajarê Mûsilê û Sûriyê. Li gundê Qahîre (37) malbatan û li gundê Sofiye zêdetir ji (20) malbatan pêwendiya wan bi DAIŞê re hebû û beşek ji wan kiryarên xwekujî li dijî Pêşmerge û hêzên ewlehiyê kirin, ji wan jî Newaf Beçiş El Şumerî ku Wezîrê Darayî yê DAIŞê bû.

Herwiha diyar kir jî: Li gundê Siûdiye nêzîkî (70) malbatî pêwendiya wan bi DAIŞê re hebû û serperiştiya şerên li dijî Pêşmerge dikirin. Li gundê Mehmûdiye zêdetir ji (80) malbetî pêwendiya wan bi DAIŞê re hebû û beşek ji wan xwekuj bûn. Derberê gundê Şêxan, beşek mezin ji gundiyan pêşwazî li hatina DAIŞê kir û rola wan a sereke di girtina riya Duhok û nahiya Zumar de hebû, ku bûn sedema şehîdkirina hejmarek ji Pêşmergeyan.

Dîndar Zêbarî aşkere kir jî, xelkê wan navçeyan bi xwe razî nebûn ewên pêwendiya wan bi DAIŞê re hebûn vegerin û daxwaz ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kirin ku rê nedin ew vegerin, ji ber ku dê bibin sedema têkdana aramiyê û vejînkirina şaneyên razayî yên DAIŞê.

Di dawiyê de Rêkxerê Rasperdeyên Navdewletî dibêje: Tevî rênimayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên xweparastina ji vîrusa Koronayê, lê hikûmeta Herêmê di pêwendiyên berdewam de ye bi Parêzgarê Mûsilê re, ji bo dîtina çareseriyeke guncaw ji pirsa vegera xelkê wan navçeyan ser cihên xwe. Di vî warî de jî, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê rênimayên taybet derkirin, ji bo bê cudahiya olî û netewî ew vegerin ser mal û cihên xwe.

 

S. B