Li Diyarbekirê 2 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dan

Jûra Bijîşkan a Diyarbekirê îro rewşa haletên pêketiyên bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 diyar kir û ragihand, li nexweşxaneyan jî cîh ji nexweşên nû re nemaye

K24 – Navenda Nûçeyan

Jûra Bijîşkan a Diyarbekirê îro rewşa haletên pêketina bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 diyar kir û ragihand, li nexweşxaneyan jî cîh ji nexweşên nû re nemaye

Li gor daneyên ku Jûra Bijîşkan a Diyarbekirê ragihandiye, li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Lêkolînê 42 ji ji wan di rewşa giran de 188 nexweş raketî ne û 2 kes jî canê xwe ji dest dane.

Diyar kir jî, li Nexweşxaneya Dewletê Selahatîn Eyubî 10 ji wan rewşa wan xirab, 75 halet û li Nexweşxaneya Dîcleyê ya Diyarbekirê jî 65 halet ketî hene.

Rêvebirên Jûra Bijîşkan, radigihîne ku binesaziya ji bo, tedawiya nexweşên vîrusa Korona COVID-19 bes nîn in û balê dikşînin ku her roj haletên nû tên tomar kirin û li nexweşxaneyan jî cîh nemaye.

 

S. B