“Çareserkirina pirsgirêka navçeyên Kurdistanî pêwîstiya wê bi biryareke siyasî heye”

Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê radigihîne, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, pêwîstî bi yekhelwestiya Kurd heye. Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê jî dibêje: Ewê Sedam Husên di 30 salî de nikarî bikira, hin alî dixwazin wê di 3 salan de bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê radigihîne, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, pêwîstî bi yekhelwestiya Kurd heye. Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê jî dibêje: Ewê Sedam Husên di 30 salî de nikarî bikira, hin alî dixwazin wê di 3 salan de bikin.

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî derbarê berdewamiya proseya erebkirina navçeyên Kurdistanî de ji K24ê re ragihand: “Piştî 16ê Cotmeha 2017an, ti helwesta serokatiya komara Iraqê derbarê dagîrkirina navçeyên Kurdistanî de nebû. 60 parlemanterên Kurd li Parlemana Iraqê hene, wan civîneke parlemanê jî baykot nekir, ta rewşa navçeyên Kurdistanê bê yekalîkirin. Divê Wezîrê Pêşmerge bê ser xetê û bibêje: Em binpêkirinên destûrî qebûl nakin.”

Got jî: “Hest dikim, destekî herêmî li pişt vê hewlê heye, hin alî li dijî Pêşmerge û Kurd in û bêdilsoziyê li hember xwîna 1600 Pêşmergeyên ji bo Kerkûkê şehîd bûne dikin û niha hevkariyê bi parêzgarê Kerkûkê yê hatiye sepandin re dikin. Hin alî di nava hin partiyan de hene, kar ji bo bicihkirina planeke herêmî dikin û dixwazin hemû hewlên nêzîkbûna hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ji nav bibin, bi taybet piştî pêkanîna komîteyekê ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê”.

Rêbiwar Talebanî got jî: Ewê Sedam Husên di 30 salî de nekarî bikira, hin alî hene dixwazin wê di 3 salan de bikin. Mixabin ku navmala Kurdî nikare biryareke yekgirtî li ser wê rewşê bide”.

Da zanîn jî: “Heyder Ebadî bi xwe gotibû: Me, Îran û Tirkiyê li ser wê yekê li hev kiriye, bi ti awayî Kerkûk venegere ser bi Herêma Kurdistanê ve û madeya 140 jî bi cih nebe”.

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibêje: “Divê Wezareta Pêşmerge ji Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî re bibêje, anîna hêzê bo gundên Kurdistanê rawestîne û divê demek jî ji bo wê were diyarkirin. Heger pirsgirêk li ser bingeha destûrê yekalî nebin, divê Kurd careke din raperînê bikin, wek raperîna sala 1991an”.

Tekez kir jî: Wezîr û parlemanterên Kurd ên li Bexdayê, heger nikarin berevaniyê li mafên gel ên destûrî bikin, ji bo çi li wir in? Niha hikûmeta Iraqê ji her demê lawaztir e, lê belê li hemberê jî navmala Kurdî ne li hev e, ji ber wê nikarin rûbirûyî neyaran bibin”.

Her girêdayî wê pirsê, Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê Beşîr Hedad ji K24ê re ragihand: “Babeta desteserkirina zeviyên Kurd li navçeyên Kurdistanî, babetekî siyasî ye û pêwîstiya wê bi yekhelwestiya aliyên siyasî yên Kurdistanê heye. Divê ew babet bi berpirsên Iraqê re bê behskirin û bê dawîkirin”.

Beşîr Hedad got: “Divê ew biryarên ji bo anîna Ereban derketine, bêne hilweşandin. Lê belê hemû parlemanterên Kurd ser bi partiyan ve ne, ji ber wê bê rêkeftin û biryareke siyasî, ew pirsgirêk bi yekcarî nayê çareserkirin, ji ber ku ji bingeh ve, biryareke siyasî ye”.

Got jî: “Aliyên Iraqî sûdê ji neyekrêziya aliyên Kurdistanî dibînin, her demê bizanin pirsgirêk di navbera aliyên Kurdistanî de heye, wê demê dikevin tevgerê”.

Derbarê gotina (divê firaksiyonên Kurdistanî helwestê bigirin û rûniştinên parlemana Iraqê baykot bikin) de, Beşîr Hedad got: Pêwîstiya wê bi yekdengiya Kurd û biryara siyasî heye, niha 7 firaksiyonên Kurdistanî li parlemana Iraqê hene, heger biryareke siyasî nebe, firaksiyon yekhelwest nabin”.

 

S. B