Jenosayda Şingalê ji mezintirîn karesatên vê sedsaliyê ye
Êrîşa li ser Şingalê û Kurdên Êzidî, yek ji mezintirîn karesatên vê sedsaliyê ye, niha û piştî derbasbûna şeş salan di ser wê karesatê re, hîna rewşa Êzidiyan baş nebûye û beşeke mezin ji wan di kampên koçberan de dimînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Êrîşa li ser Şingalê û Kurdên Êzidî, yek ji mezintirîn karesatên vê sedsaliyê ye, niha û piştî derbasbûna şeş salan di ser wê karesatê re, hîna rewşa Êzidiyan baş nebûye û beşeke mezin ji wan di kampên koçberan de dimînin.
Çekdarên DAIŞê piştî dagîrkirina Mûsilê ku artêşa Iraqê bê ti berevaniyekê ew bajar radestî DAIŞê kir, çekdarên DAIŞê roja 3ê Tebaxa 2014an êrîşî ser Şingalê kir û dagîr kir û hejmareke mezin kuştin û 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî revandin, Piştre jî bi hewlên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, niha nêzîkî 4 hezar ji wan hatin azadkirin.
Destpêkirina jiyaneke nû
Ji ber êrîşa ser Şingalê, bi hezaran Êzidiyan berê xwe dan Herêma Kurdistanê û beşekê jî berê dan Rojavayê Kurdistanê, welatên cîran û Ewropayê.
Berî jenosayda sala 2014an, nêzîkî 550 hezar Êzidî li Herêma Kurdistanê dijiyan, lê piştî dagîrkirina Şingal û deşta Neynewayê û li gor amarên Nivîsgeha Rizgarkirina Êzidiyan, dora 360 hezar Êzidî koçber bûn.
Piştî rizgarkirina Şinaglê ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve, niha nêzîkî 120 hezar Êzidî vegeriyane ser mal û milkên xwe, lê hîna navçeyên wan pêwîstiya wan bi xizmetguzariyê heye, ji bo beşê maye jî vegerin ser cih û warên xwe û dest bi jiyana xwe ya asayî bikin.

Xelkê Şingalê daxwaza derketina gerîlayên PKKê dikin
Yek ji pirsgirêkên din ku rê li ber vegera koçberên Êzidî digire, hebûna gerîlayên PKKê li wê navçeyê ye, bi awayekî ku berî çend rojan xwepêşandanek ji aliyê Mala Êzidiyan ve hat birêkxistin û xwepêşanderan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, PKKê ji Şingalê derbike.
Wê demê, jêderekî ji nava xwepêşandanê ji K24ê re ragihand, gerîlayên PKKê çend rêbend û xalên pişknînê danîne û rê neda welatî beşdarî wê xwepêşandanê bibin.
Diyar kir jî, xwepêşanderan daxwaz dikirin, PKKê li Şingalê nemîne û êdî keç û kurên Êzidiyan jî nekin şervan û herwiha çarenivîsa wan keç û kurên ji aliyê PKKê ve hatine revandin bêne diyarkirin.
Xelkê Şingalê PKKê tometbar dike ku tonelan li çiyayê Şingalê dikole û daxwaz ji wan dike, ji navçeyên wan vekişin û Şingalê ji pirsgirêkên xwe dûr bixe û neke meydana şerê xwe.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heyama salên bûrî de, bi berdewamî daxwaz ji PKKê dikir, xaka Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina li ser welatên cîran bi kar neyîne, ji ber ku bi sedema nakokî û şerê wê, rê li vegera koçberên Êzidî bo navçeyên xwe digire.

Vekirina gorên bikomî
Piştî 12 rojan ji êrîşa ser Şingalê, roja 15ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê hejmareke mezin ji welatiyên gundê Koço şehîd kirin. Li gor amarên hikûmeta Herêma Kurdistanê, çekdarên DAIŞî 2293 Êzidiyên sivîl şehîd kirin.
Ew kesên bi hev re hatine şehîdkirin, di gorên bikomî de hatin veşartin. Zanyariyên hikûmetê nîşan didin, zêdetir ji 80 gorên bikomî li Şingalê hatine dîtin.
Roja 15ê Adara 2020an hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Netewên Yekgirtî, dest bi hewla vekirina goreke bikomî ya Êzidiyan kir, ku dîroka wê gore vedigeriya meha Tebaxa 2014an, lê çend meh in ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, vekirina gorên bikomî hat rawestandin.

Qurbanîdana Pêşmerge ji bo Şingalê
Di meha Mijdara 2015an, bi beşdariya 7500 Pêşmerge û bi serperiştiya Serok Barzanî Şingal hat azadkirin û ala Kurdistanê careke din li wî bajarî hat hildan, Serok Barzanî jî li ser çiyayê Şingalê serkeftina operasyona rizgarkirina Şingalê ragihand.
Li gor amarên fermî yên Wezareta Pêşmerge, zêdetir ji 1500 Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûn, nêzîkî 600 Pêşmerge di operasyona berfireh a rizgarkirina Şingalê de şehîd bûn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya şeşemîn salvegera komkujiya Êzidiyan li Şingal û derdora wê, peyameke belav kir û tê de ragihand, “Pêwîst e di vê bîranîna xemgîn de, bi rêz qurbanîdana Pêşmergeyên qehreman di rizgarkirina Şingal û derdora wê de bi serperiştiya Serok Barzanî bi bîr bîbin, herwiha helwesta xelkê Kurdistanê di hawarhatina xwişk û birayên me yên Êzidî de bilind dinirxînin.
Herwiha got: “Pêwîst e hemû alî hevkar bin ji bo avedankirin û asayîkirina rewşa Şingalê, bi awayekî ku ti hêzeke çekdar a biyanî û mîlîşya li Şingalê nemînin û hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal ji bo parastina asayişa wan navçeyan hevaheng bin”.
S. B