Amerîka êrîşa li ser şêxên eşîreyeke Dêrazorê şermezar dike
Balyozxaneya Amerîka li Şamê, êrîşeya çekdarî ya li ser hejmarek şêxên eşîreya Egîdat li Dêrazorê şermezar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Balyozxaneya Amerîka li Şamê, êrîşeya çekdarî ya li ser hejmarek şêxên eşîreya Egîdat li Dêrazorê şermezar kir.
Berî du rojan otombîla şêxên eşîreya Egîdat li nêzîkî bajarokê Hewayic li rojhilatê Dêrazorê rastî êrîşeke çekdarî hatibû û di encamê de şêx Emteşir El Hemûd Cedan ligel ajokarê otombîlê hatin kuştin û şêx Îbrahîm Xelîl El Hivil birîndar bû.
Di wê derbarê de, Balyozxaneya Amerîka li Şamê di daxuyaniyekê de ku hejmara xwe ya tora civakî belav kir, serxweşî li şêxên eşîreya Egîdat kir û ew êrîşa çekdarî şermezar kir.
Balyozxaneya Amerîkî ragihand jî, kuştina sivîlan nayê qebûlkirin û ev kiryarên wiha rêgiriyê li dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê li gor biryara Netewên Yekgirtî ya 2254 dikin
S. B