Sûriyê pêketina 45 kesan bi Koronayê ragihand

Sûriyê bilindtirîn amarên pêketina bi vîrûsa Koronayê tomar dike û Wezareta Tendirustiyê pêketina 45 kesan bi wê vîrûsê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sûriyê bilindtirîn amarên pêketina bi vîrûsa Koronayê tomar dike û Wezareta Tendirustiyê pêketina 45 kesan bi wê vîrûsê ragihand.

Wezareta Tendirustiyê yê Sûriyê, pêketina 45 kesên din bi vîrûsa Koronayê ragihand, heta niha jî ev bilindtirîn amarên rojane yên hatine tomarkirin e.

Wezaretê diyar kir, piraniya haletên hatine tomarkirin, li parêzgeha Şamê û Siweydayê ne.

Li gor welatên herêmê, heta niha li Sûriyê hejmarên pêketiyên Koronayê bi awayekî kêm tên ragihandin ku heta niha tenê 892 pêketiyên Koronayê li wî welatî hatine ragihandin.

Pêştir Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, amarên Wezareta Tendirustiyên yên derbarê pêketin û mirina bi vîrûsa Koronayê de ne rast in û hejmara pêketî û miriyên Koronayê, ji yên Wezareta Tendirustiyê radigihîne zêdetir e.

 

S. B