Revenda Libnanê li Herêma Kurdistanê spasiya Serokê Hikûmet û Gelê Kurdistanê dike

Revenda Libnanê li Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe li hember teqîna bihêz a Beyrûtê derbirîn û spasiya Serokê Hikûmetê û gelê Kurdistanê dikin, ku helwest û hevxemiya xwe bi welatê wan re nîşan dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Revenda Libnanê li Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe li hember teqîna bihêz a Beyrûtê derbirîn û spasiya Serokê Hikûmetê û gelê Kurdistanê dikin, ku helwest û hevxemiya xwe bi welatê wan re nîşan dane.

Di encama teqîna Libnanê de bi dehan kesan canê xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn, wê yekê karvedaneke mezin li pişt xwe anî. Di wê derbarê de jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de serxweşî li gelê Libnanê kir. Herwiha hevxemiya xwe bi gelê Libnanê re derbirî û got: Ewê ji destê me bê ji bo rawestandina bi gelê Libnanê re dikin.

Di wê derbarê de, Serokê Revenda Libnanê li Herêma Kurdistanê Mustefa Herîrî behsa teqînê kir û helwesta Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê derbarê de bilind nirxand û got: Di dema teng de Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevxema Libnanê bû û vê helwestê bilind dinirxînin.

Ji aliyekî din ve, Hesen Mustefa ku welatiyekî Libnanê ye û li Herêma Kurdistanê dijî got: Libnan bi têqînê 15 salî bi şûn ve vegeriya. Herwiha daxwaz kir, ew kesên li piştî wê teqînê hebû, bi tundtirîn awa bên sizadan.

Pêr teqîneke mezin li Libnanê rû da, ew teqîn bi awayekî bi hêz bû, li dûriya dehan kîlometran hest pê hat kirin, ev jî bû sedem ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bibe.

  

Fly Erbil Advertisment