Hilbijartinên pêşwext ên Iraqê dê bandoreke çawa li Kurdan bike?

Li Iraqê diyarkirina dema hilbijartinên pêşwext, zirar dide çarenûsa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê

K24 – Hewlêr

Li Iraqê diyarkirina dema hilbijartinên pêşwext, zirar dide çarenûsa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, di vê rewşa sepandî ya bi ser wan deveran de, Kurd nikarin bi awayekî azad beşdarî hilbijartinan bibin. Welatiyên Kurdistanê dibêjin; her hilbijartineke berî asayîkirina rewşa wan deveran, bandorê li encamên hilbijartinan dike.

Cemal Şikur, Endamê Parlementoya Iraqê ji K24ê re ragihand; divê Kurd bi yekdengî li pêşiya vê planê bisekine.

Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê meha Hezîrana 2021ê ji bo pêkanîna hilbijartinên pêşwext ên Iraqê diyar kiriye.

Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, di îhtîmala asayînekirina rewşa sepandî ya piştî 16ê Cotmehê de, di encama her pêvajoyeke hilbijartinê de zirar dibînin û siberoja wan deveran dikeve ber metirsiyê, bi vî awayî ku nişteciyên sereke û resen ên wan deveran ku Kurd in, nikarin bi awayekî pêwîst beşdarî pêvajoya hilbijartinan bibin.

Hilbijartinên pêşwext, di bin zexta xwepêşanderan de biryar li ser hat dayîn, ev jî ne li gor yasa û destûr e û dibe ku kêşe li şûna çareseriyê zêdetir kûr bibin, bi taybetî Kurd eger bi ajendayeke hevbeş a aliyên siyasî beşdar nebin, dê zêdetir li derve bimînin.

Planên erebkirin û hewldanên dagîrkirina cih û warên Kurdan, bi taybetî piştî diyarkirina dema hilbijartinan, li sînorê parêzgeha Kerkûkê tundtir bûn, armanca vê yekê jî ew e ku di hilbijartinan de rêjeya dengên Ereban zêdetir bibe.

 

Di vê çarçoveyê de, ku Iraq bi behs û daxwaza hilbijartinên pêşwext ve mijûl e, hinek alî, ji bo çaksaziyê vê pêngavê weke hewleke pêwîst dibînin, lê hember wê nêrînek heye ku li Iraqê ji bo pêkanîna çaksaziyê, hilbijartinên pêşwext pêwîst nake û eger niyeta rayedaran hebe, dikarin bêyî hilbijartinan çaksaziyan pêk bînin.

Rewş wisa tê pêşandan ku eger hilbijartinên pêşwext neyên kirin, nikarin çaksaziyan bikin, lê şarezayekî hilbijartinan ji wê yekê ditirse ku piştî hilbijartinên pêşwext, asta gendeliyê li Iraqê zêdetir bibe.

Şarezayê hilbijartinan Hogir Çeto dibêje: “Eger niyeta desthilatdarên Iraqê hebe, bêyî hilbijartinên pêşwext, dikarin çaksaziyan pêk bînin.”

Ji 2003an ve, çendîn hilbijartin hatin encamdan, çendîn rûyên nû hukma Iraqê girtin destê xwe, lê sîstem heman sîstem e, qebareya gendelî û tirs û tirsandin li Iraqê her ku diçe zêdetir dibe.

 

Î.A