Balafireke bi 190 rêwiyan ji rê derket û şikest
Balafireke Air India Express li Balafirgeha Navdewletî ya Kozhikode a Hindistanê dema bi hewayê diket, ji rê derket û şikest
K24 – Navenda Nûçeyan
Balafireke Air India Express li Balafirgeha Navdewletî ya Kozhikode a Hindistanê dema bi hewayê diket, ji rê derket û şikest.
Li gor nûçeya malpera India Today, di balafirê de 190 rêwî hebûn. Herwiha hatiye ragihandin ku pîlotekî balafirê jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku balafir ber bi Dubey bi rê ketiye û beriya ku bifire, şemitiye û ji pîstê derketiye.
Niha tîmên rizgarkirinê li cihê rûdanê ne û hejmara mirî û birîndaran nayê zanîn.
Li gor nûçeyeke malpera BBCyê, balafir ji ber baraneke zêde û şilbûna rêya balafirê, şemitiye.
Ajansa nûçeyan a Reutersê ji zarê çend berpirsên balafirgehê eşkere kiriye; 35 kes ji ber vê rûdanê birîndar bûne.