Komeleya Mafên Mirovan binpêkirinên 6 mehên dawîn nîşan dan

Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir binpêkirinên 6 mehên îsal ên Bakurê Kurdistanê rû dayîn bi raportekê parve kir.

K24 – Diyarbekir

Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir binpêkirinên 6 mehên îsal ên Bakurê Kurdistanê rû dayîn bi raportekê parve kir. Li gorî raportê 6 mehan de ji hêzên ewlekariyê 14 ji rêxistinê ango PKKê 78 kesan di pevçunan de jiyana xwe ji dest dane û sîvîlek ji ber maye navbera şerê herdu aliyan de miriye. Mafnas amaje dikin ku raport nîşan dide sedema berdewamiya zêdebûna binpêkirina mafan çaresernekirina pirsa Kurd e.

Ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Diyarbekir ve raporta binpêkşirinên mafên a mirovan a 6 mehên pêşî ya îsal hat aşkerekirin. Li gorî raportê di şer û pevçûnên 6 mehan rû dayîn de ji hêzên ewlekariyê 14 ji rêxistinan jî 78 kesan jiyana xwe ji dest dane û sivîleik jî di encama pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye. Raport dibêje ji aliyê hêzên ewlekariyê ve mudaxale li 35 xwenîşandanan hatiye kirin û herî kêm 85 welatî di binçav de, di girtîgehan de an jî di serdegirtinan de rastî helwesta xirap û tund hatine. Nûnerê Komeleya Mafên Mirovan a Bakurê Kurdistanê Abdulselam Înceoren derbarê berdewamiya binpêkirinan de balê dikişîne pirsa Kurd.

Abdulselam Înceoren ji K24ê re got: “Li Herêma me her dem şer û pevçun hene. Kuştin û birîndarî hene. Girtin û binçavkirin hene. Ev yek jî ji ber pirsa Kurd e. Heta ku pirsa Kurd bi awayeke mayînde newe çareserkirin ev pirsgirêk dê berdewam bin û binpêkirinên mafên mirovan jî û şer û kuştin jî dê berdewam bin.”

Li gorî raportê di 6 mehan de 441 girtiyên siyasî bêyî ku sedemek were nîşandan hatine nefîkirin ku ji qesta ji malbatên wan hatine durxistin. Her wiha tê amajekirin k udi girtîgehan de hîn jî 591 jê giran bi tevahî 1594 girtiyên nexweş hene û 22 girtî jî rastî îşkenceyê hatine. Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir Abdullah Zeytun dibêje hêzên ewlekariyê dizanin ew ê neyên sizadan û ev yek binpêkirinan zêde dike.

Abdullah Zeytun diyar kir: “Dewlet 30-40 sal in di warê binpêkirina mafên mirovan de berpirsan siza nake. Pergala hiquqê jî wisa hatiye sazkirin. Dema dosyaya berpirsek ê binpêkirinekê diçe ber deste rayedarek ê dewletê rayedarê dewletê li sizaya wê tawanê nanêre, demildest dinêre gelo çawa ew dikare wî tawanbarî bêsiza ji wê dosyayê rizgar bike. Ev pergal binpêkirinan zêdetir dike.”

Di raportê bo Vîrusa Koronayê jî bal hate kêşan ku hat amajekirin dewletê ji berk u bergiriyên baş ên aborî û tendirustiyê wernegirtiye gelek welatiyên ku aboriya wan nebaş mexdur bûne. Raportê cih da daxistina parlementeriyan û tayînkirina qeyuman jî û ev yek wek binpêkirina îradeya gel hate pênasekirin û bal hate kêşan ku destdirêjiya dijî zarok û jinan jî berdewam e.