Gerên çavdêriya hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê hatin sekinandin
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand; ji ber êrîşên komên çekdar ên li Idlibê, gerên çavdêriya hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê yên li rêya bejahiyê ya M4 hatin sekinandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand; ji ber êrîşên komên çekdar ên li Idlibê, gerên çavdêriya hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê yên li rêya bejahiyê ya M4 hatin sekinandin.
Maria Zaxarova, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê di civîna çapemeniyê ya heftane de ragihand: “Komên çekdar, êrîşên xwe yên li nêzîkî hêzên hikûmeta Sûriyê û cihên niştecîbûnê zêde kirine û li dirêjahiya rêya bejahiyê ya M4 di xeta ewlehiyê de provakasyonên xwe didomînin. Ji ber vê yekê, gerên çavdêriya hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê, heta demekê hatin sekinandin.”
Zaxarova eşkere kir ku rewş li piraniya Sûriyê aram e, lê li Idlibê li cihên ku di kontrola hêzên hikûmetê de nînin, pevçûn berdewam e.
Di 22ê Cotmeha 2019an de li Soçiyê di navbera Vladimir Putin, Serokê Rûsyayê û Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyê de rêkeftinek hatibû kirin û hêzên Rûsya û Tirkiyê li hin deverên rojavayê Kurdistanê gerên çavdêriya leşkerî dabûn destpêkirin.
Herwiha dewriyeyên hevbeş li Sûriyê bajarê Idlibê jî dihatin pêkanîn.
Î.A