Amerîkayê dest danî ser keştiyeke Îranê
Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand; Amerîkayê dest daniye ser keştiyeke Îranê ku ber bi welatê Venezuelayê bi rê ketibû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand; Amerîkayê dest daniye ser keştiyeke Îranê ku ber bi welatê Venezuelayê bi rê ketibû.
Di daxuyaniyekê de Wezareta Dadê ya Amerîkayê eşkere kiriye ku bi hevkariya hevbeşên biyanî, niha keştiya Îranê li cem hêzên Amerîkayê rehîn hatiye girtin.
Li gor nûçeyeke Ajansa France Presse, di nav keştiya Îranî de zêdetirî milyonek bermîl petrol hebûye û berî niha jî Amerîkayê hişyarî daye Îranê.
Herwiha hat ragihandin ku keştiya Îranê weke milkê Supaya Pasdaran tê zanîn ku di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye.
Ji destpêka îsal ve, Îranê dest bi şandina petrolê bo welatê Venezuelayê kiriye.
Î.A