“Li navçeyên rêjîmê ji ber Koronayê karesat çê bûye”

Rewanegha Sûrî ya Mafên Mirovan radigihîne, hejmara pêketiyên Koronayê li navçeyên rêjîma Sûriyê gelekî zêde bûye û xelk bi karesatê re rûbirû ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewanegha Sûrî ya Mafên Mirovan radigihîne, hejmara pêketiyên Koronayê li navçeyên rêjîma Sûriyê gelekî zêde bûye û xelk bi karesatê re rûbirû ye.

Rewanegha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di çend rojên dawiyê de 750 kes li navçeyên rêjîma Sûriyê bi vîrûsa Koronayê ketin û 31 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên Rewangehê, piraniya pêketiyên nû li parêzgeha Helebê hatine tomarkirin û vîrûsa Koronayê bi awayekî zêde li wê parêzgehê belav bûye û rewşa tendirustî û nexweşxaneyan jî di asteke gelekî xirap de ye.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, rêjîma Sûriyê tometbar dike ku rêkarên pêwîst ên rûbirûbûna vîrûsa Koronayê nagire ber û amarên rasteqîne jî belav neke, bi rewşa xirap a sîstema tendirustiyê, têkçûna rewşa aborî û nebûna kar re jî, welatî bi karesatekê re rûbirû ne.

Di dema ku li gor amarên fermî yên rêjîma Sûriyê, hera niha 1 hezar û 432 kesan bi Koronayê ketine û 55 kesan jî canê xwe ji dest dane, Rewangeh diyar dike, heta niha zêdetir ji 5 hezar û 735 kesan bi Koronayê ketine û zêdetir ji 474 kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

S. B