Otogara Diyarbekir bûye rawestgeha penaberan

Li hewşa Otogara Diyarbekirê bi sedan penaber kom bûne û li benda rêwitiyeke nediyar in.

K24 – Diyarbekir

Penaberên ku ji bo jiyaneke nû ji Afganîstan, Pakîstan û Bangladeşê berê xwe didin rêya Ewropayê van rojan Diyarbekir ji xwe re kirine rawestgeh. Li hewşa Otogara Mezin a Diyarbekirê bi sedan penaber kom bûne û li benda rêwitiyeke nediyar in.

Otogara Mezin a Diyarbekirê van rojan mazuvaniya bi sedan penaberan dike. Penaberên ku ji bo peydakirina kar û jiyaneke baştir berê xwe dane rêyeke nediyar û xeter li bende ne ku otobêsek wan qebul bike ku bikaribin herin Stenbolê. Penaber dibêjin ew bi rêya Îranê derbas bûne û bi mehan e bi awayeke birçî û nexweş di rê de ne. Amaje dikin ku armanc û xeyala wan ew e ku ji xwe re karek peyda bikin û paşê jî bikaribin alîkariya malbata xwe jî bikin.

Penaber Cîhangîr Hesen dibêje: “Min bihîstiye ku Stenbol bajarek xweş e. Ez dixwazim herim Stenbolê û li wê derê ji xwe re karek peyda bikim. Min li Bangladeşê dibistan xwend lê jiyan zehmet e. Kar tin ye.

Penaber Şan Dos: “Ez diwazim herim Ewropayê û li Londonê karek peyda bikim. Bi mehan e em li ser rê ne. Ez li duv xeyalê xwe diçim. Ez dixwazim gelek pere peyda bikim û jiyanek ji xwe re ava bikim. Gelek xeter û zehmet e lê m aka em çi bikin.”

Penaberên ku kom bi kom di hewşa otogara Diyarbekir de bi cih bune bi pirranî ji welatên wek Afganîstan, Pakîstan û Bangladeşê derketina ser rêya penaberiyê. Penaber dibêjin ew dizanin di ser rêya penaberiyê mirin, birçîbûn û bêxewî û gelek xetereyên din hene lê ji bo ku bikarin malabata xwe ji xîzaniyê rizgar bikin wan her tişt daye ber çavên xwe.

Rustem Sûltanî: “Ez dixwazim jiyana xwe bidim guherîn. Ez vê jiyanê naxwazim. Kar tinne. Pêşeroja me tarî ye. Ez dixwazim biçim Ewropayê ji xwe re pêşerojek baş amade bikim. Ez ne tenê ji bo xwe, ji bo malbata xwe jî vê dixwazim. Ezê ji bo wan jî pere rêkim. Ez dizanim gelek penaber di dema rêwîtiyê de dimirin, nagihîjin armancên xwe. Lê ez neçar im. Li welatê min Efxenîstanê jiyan gelek giran û zehmet e.”

Li gorî daneyên Neteweyên Yekgirtî di nava salekê de li tevahiya cîhanê ji ber sedemên cûrbecûr 70 milyon û 800 kesan ji neçarî dev ji cih û warên xwe berdane û ketine ser rêya penaberiyê. Ev reqem li gorî sala 2018an 2 milyon û 300 hezar kes zêde bûye û êdî hatiye wê astê ku her roj kêmzêde 37 hezar kes ji cih û warên xwe dibin.