Cîhan.. Hejmara pêketiyên Koronayê 22 milyon kes derbas kir
Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine 22 milyon kes derbas kir û hejmara kesên bi wê vîrusê canê xwe jidest dane jî 777 hezar kes derbas kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine 22 milyon kes derbas kir û hejmara kesên bi wê vîrusê canê xwe jidest dane jî 777 hezar kes derbas kir.
Li gor dawî amarên li seranserî cîhanê hatine belavkirin, hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine, 22 milyon û 52 hezar kesan derbas kir.
Herwiha ji nava wan pêketiyan jî, 777 hezar û 470 kesan canê xwe jidest dane. Li hemberê jî 14 milyon û 794 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Li gor amaran, Amerîka welatê herî zêde welatiyên wê bi vîrusa Koronayê ketine ye, ku hejmara pêketiyan gihîştiye 5.44 milyon kesan. Herwiha zêdetir ji 170 hezar kesan jî canê xwe jidest dane.
Di pileya duyem a zêdebûna qurbaniyan de Brazîl piştî Amerîka tê, ku zêdetir ji 3.36 milyon kes li wî welatî bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetir ji 109 hezar kesan canê xwe jidest dane.
Herwiha Hindistan di pileya sêyemîn tê, zêdetir ji 2.7 milyon kes li wî welatî bi Koronayê ketin û nêzîkî 52 hezar kesî jî canê xwe jidest dane.
Li welatên herêmê jî, li Îranê zêdetir ji 345 hezar kesî bi Koronayê ketine û nêzîkî 20 hezar kesî canê xwe ji dest dane.
Li Tirkiyê zêdetir ji 250 hezar kesî bi vîrûsa Koronayê ketine û nêzîkî 6 hezar kesî jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dane.
Li Iraqê jî hejmara kesên bi Koronayê ketine bi ser 180 hezar kesî ketiye, ji wan jî nêzîkî 6 hezar kesî canê xwe ji dest dane.
S. B