WHO li ser vîrûsa koronayê ciwanan hişyar dike
Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand; xortên ku vîrûsa koronayê (Covid-19) li ser wan bandora xwe zêde nade xuyakirin, dibin sedema belavbûna vê vîrûsê û divê ciwan hişyar bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand; xortên ku vîrûsa koronayê (Covid-19) li ser wan bandora xwe zêde nade xuyakirin, dibin sedema belavbûna vê vîrûsê û divê ciwan hişyar bibin.
Takeshi Kasai, berpirsekî Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) diyar dike; kesên temenên wan di navbera 20-40 salî de ne, dibin sedema belavbûna vîrûsa koronayê, ku ew bi xwe carina nexweşiyê qet hîs nakin û bêyî ku bizanin nexweş in, vîrûsê vediguhezîn kesên din.
Kasai bal dikşîne ser wê yekê ku ji ber ciwanan, rîska nexweşketina kesên bi temen û kesên ku nexweşiyên wan ên din hene, zêde dibe.
Herwiha Takeshi Kasai destnîşan kir; kesên ku rîska nexweşketinê li ser wan zêde ye, divê ji bo ku xwe ji vîrûsê biparêzin, zêdetir hewl bidin.
Î.A