Parêzgariya Colemêrgê dema dawetan daxist 2 demjimêran

Li parêzgeha Colemêrgê ya bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên vîrûsa koronayê (Covid-19) de, dema dawetan bo 2 demjimêran hat daxistin û dema derketina derve ya kesên temenên wan di ser 65 re ye, hat kêmkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li parêzgeha Colemêrgê ya bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên vîrûsa koronayê (Covid-19) de, dema dawetan bo 2 demjimêran hat daxistin û dema derketina derve ya kesên temenên wan di ser 65 re ye, hat kêmkirin.

Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyekê ragihand; Lijneya Giştî ya Parastina Tendirustiya Parêzgehê bi serokatiya Îdrîs Akbiyik, Parêzgarê Colemêrgê civînek pêk anî.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin; dawetên ku li kuçe û kolanan têne kirin, dê di navbera saetên 15:30-17:30yê de werin encamdan.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin; welatiyên ku temenên wan 65 salî zêdetir e, nikarin di navbera saetên 13:30-17:30ê de derkevin derve.

 

Î.A

Fly Erbil Advertisment