Mehma Xelîl: Nabe peymaneke leşkerî mafên Şingaliyan winda bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentarê Îraqê û Qaymeqamê berê yê Şingalê radigihîne ku hêşta komên çekdar ên neqanûnî li Şingalê serdest in û red dike ku ew hêz ji wê deverê derketibin. Tekez jî dike ku bizav û hevfêmkirinên ewlehiyê yên yekalî yên Bexdayê maf û îradeya pêkhateya Êzidî binpê dikin.
Parlamentarê Îraqê Mehma Xelîl îro Çarşem, 28ê Cotmeha 2026ê, tevlî bernameya “Basî Roj”ê ya Kurdistan24 bû û tê de de got: "Her hevfêmkirineka leşkerî yan ewlehî ya ku ji aliyê Bexdayê ve bêyî vegera bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û îradeya xelkê Şingalê bê kirin, rewatî nîne û dibe sedema windakirina mafên Êzidiyan û kûrkirina birînên jenosîdê li deverê."
Di bersiva wan gotgotkên ku behsa derketina çekdarên PKKê û komên neresmî li Şingalê dikin, Mehma Xelîl got: "Ev gotgotk ji rastiyê dûr in, çekdar ji Şingalê derneketine û li wê derê desthilat di destê wan de ye. Heta Parêzgarê Neynewayê yan her berpirsekî din ê îdarî nikare bêyî hêzekî zêde ya parastinê serdana Şingalê bike ji ber ku îradeya çekdaran hatiye sepandin."
Parlamentarê Îraqê herwesa rexne li proseya komkirina çekan li Şingalê girt û got: "Nabe tenê çek ji xelkê Êzidî bê standin, di demekê de ku eşîr û komên din çekdar bin. Êzidiyan ew çek bo berevanîkirina ji xwe û ji Îraqê bi kar anîne."
Navbirî herwesa bal kişand ser rewşa mirovî ya Êzidiyan û got: "Nêzîkî 95% ji xelkê Şingalê hêşta li nav kampên Herêma Kurdistanê di rewşa awareyiyê de dijîn û nikarin vegerin, gorên bikom wekî xwe mane û bi hezaran jin û keçên Êzidî jî hêşta winda ne an li kampê Holê li Sûriyeyê mane, li beranberî vê yekê jî, Hikûmeta Îraqê li beranberî dosyaya revandiyan xemsar e."
Di derhqa pirsa diyarîkirina qaymeqam û îdareya Şingalê de jî, Mehma Xelîl ron kir ku li gorî madeya 122ê ya destûrê û qanûna hejmar 21 a parêzgehan, nabe bi awayekî neresmî û sepandî qaymeqam bi wakalet bê danîn, belkî divê Encûmena Parêzgehê li gorî qanûn û rêkarên destûrî û bi liberçavwergirtina mafên hemî pêkhateyan biryarê li ser dosyaya îdarî ya Şingalê bide.