Li Brazîlê 1212 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane

Li Brazîlê hejmara qurbaniyên vîrûsa Koronayê rojane zêde dibin û di 24 demjimêrên bûrî de zêdetir ji 1 hezar û 200 kesan bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Brazîlê hejmara qurbaniyên vîrûsa Koronayê rojane zêde dibin û di 24 demjimêrên bûrî de zêdetir ji 1 hezar û 200 kesan bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Brazîlê ragihand, di 24 demjimêrên bûr de 49 hezar û 298 kes bi vîrûsa Koronayê ketin û 1 hezar û 212 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Brazîl ku bi hejmara qurbaniyên Koronayê li pişt Amerîka di pileya duyem de tê, heta niha li wî welatî 3 milyon û 456 hezar û 652 kesan bi Koronayê ketine û 111 hezar û 100 kesî jî canê xwe ji dest dane.

 

S. B