“Dijberê Putîn hat jehrîkirin”
Alexei Navalny ku diyartirîn rikberê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin e bi jehrê ket û ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Alexei Navalny ku diyartirîn dijberê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin e bi jehrê ket û ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.
Berdevka Alexei Navalny, Keira Yarmish li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, dema Alexei Navalny di firokeyê de bû, ji nişka ve bi jehrê ket, firoke bi neçarî daket û bo nexweşxaneyê hat veguhastin û niha di bin çavdêriya bijîşkî ya hûrbînî de ye.
Keira Yarmish got jî: Tê gûmankirin Alexei Navalny bi riya çayê hatibe jehrîkirin, ji ber ku wî vê sibehê tenê çayê vexwariye.
Got jî: Bijîşk dibêjin ku gewdê wî jehra di nava çaya germ de bi lez mêtiye.
Parêzer Alexei Navalny 44 salî ye û dijberê herî diyar ê Vladîmîr Putîn e, pêştir jî rastî êrîşên gewdeyî hatibû, di sala 2017an de dema ji nivîsgeha xwe derdiket bi madeyekê hatibû reşandin û çavên wî tûşî şewatê bûbûn.
S. B