Trump: Şerê Iraqê xiraptirîn biryar di dîroka Amerîka de bû

Serokê Amerîka Donald Trump berî civîna bi Serokwezîrê Iraqê re, careke din tekez kir, çûna hêzên welatê wî bo Iraqê “xiraptirîn biryar di dîroka Amerîka de bû”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump berî civîna bi Serokwezîrê Iraqê re, careke din tekez kir, çûna hêzên welatê wî bo Iraqê “xiraptirîn biryar di dîroka Amerîka de bû”.

Serokê Amerîka Donald Trump li Washingtonê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di demeke nêzîk de hêzên Amerîka ji Iraqê derdikevin.

Hêzên Amerîka di sala 2003an de ji bo şikandina rêjîma Beis, Iraq dagîr kir û ji wê demê ve beşek ji hêzên Amerîka li wî welatî mane, lê Trump biryar daye hemû hêzên welatê xwe vekişîne.

Îro Tump bi Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî re dicive û girîngtirîn babeta civînê jî, biryardana derbarê çarnivîsa 5 hezar serbazên Amerîka li Iraqê ye.

Di beşeke din konferansa rojnamevanî de Trump got: Beşeke mezin ji hêzên me ji Iraqê derketine, tenê hejmareke kêm me hîştiye.  Min gotiye ku ji wî şerê bêdawî derdikevin. Ji destpêkê ve nedibû em li wir bin. Bi nerîna min ew xiraptirîn biryar di dîroka welatê me de bû. Lê belê di 3 salên dawiyê gavên baş me avêtine û me hêzên xwe kêm kiriye”.

 

S. B